‘Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştî û azadiya gelan e’

Jinên li bajarê Girkê Legê xwest hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo mîsogeriya aştiyê û azadiya gelan pêdiviyek e.

‘Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştî û azadiya gelan e’
15 tebax, 2025   04:20
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Jinên li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê diyar kir ku berdewama tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê wateya berdewama şer û aloziyan û azadiya wî û hevdîtina gel a pê re gaveke ber bi pêvajoyeke girîng a ber bi avakirina aştî û edaletê ve ye.

Cemîla Temî got: "Em dixwazin hevdîtinê bi Rêbertî re bikin û nameya hemû jinên li ser vê erdê bighînin wî. Navroka nameyê ew e ku em bi hêza wî ya bidawîkirina şeran û avakirina pergaleke demokratîk bawer in ku dê edalet û wekheviyê pêk bîne. Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya jinan û gelan e. Em banga bidawîkirina tecrîdê dikin da ku pêşengtiya pêvajoya aştiyê bike."

Roşîn Neisan a ji Efrînê koçber bûye û li Girkê Legê dimîne, anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û jêhatîbûna xwe dikare dawî li herikîna xwînê bîne û got: "Heya ku em Rêbertî azad li nav gelê xwe bibînin wê dengê jinan wê li hemû qadên têkoşînê bilind bibe."

Roşînê da zanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê daxwazeke herêmî ye, di heman demê de daxwazeke cîhanî ye.

Heyfa Mihemed destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeyeke azad û demokratîk e, ji cîhanê re îsbat kir eger fikir û îrade hebin, hingî dê aştî pêkan be.

Heyfayê axaftina xwe bi vê peyamê bi dawî kir: "Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin da ku bi xwe pêşengiya pêvajoya aştiyê bikin ku daye destpêkirin. Em di wê baweriyê de ku hebûna Rêbertiya azad li nava gel dê dawî li şeran bîne û aştî û wekheviyê pêk bîne."

(bb)

ANHA