Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn tevî hemû zehmetiyan jî amadekariyên xwe ji bo 8`ê Adarê û Newrozê dikin.

Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
Hunermendên Kobanê: Em ê bi hêza herî xurt 8`ê Adarê û Newrozê bixemilînin
18 sibat, 2026   12:58
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 21`ê Adarê Newrozê, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û Tevgera Hîlala Zêrîn ên bajarê Kobanê amadekariyên xwe dikin.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Kobanê Şêrîn Ararat axivî û wiha got: "8`ê Adarê û 21`ê Adarê nêzîk mane, ji ber vê yekê me dest bi amadekariyan kiriye. Tevî ku dorpêça herî giran a li ser Kobanê berdewam e, lê dîsa jî me karê xwe ranewestand û me dest bi amadekariyan kiriye. Em ê bi hemû hêza xwe çalakiyên me yên hunerî li dar bixin.”

Şêrînê da zanîn ku ew û şagirtên xwe amadekariyan dikin û wiha got: “8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û 21`ê Adarê cejna Newrozê, em amadekariyên xwe dikin. Her ku dijmin bixwaze îradeya jinan têk bibe, em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û tê bikoşin. Em ê bi hemû hêza xwe û bi rengên jinan 8`ê Adarê û 21`ê Adarê bixemilînin, ev yek jî plan û xeyalên dijmin têk dibe û dorpêçê bişikîne."

Edama Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Ehlam Ebdî jî diyar kir ku ew bi xwe cihê xwe di Koma Şehîd Gîvara de digire û wiha got: "Em amadekariyên xwe ji bo 8`ê Adarê û 21`ê Adarê dikin. Di 21`ê Adarê de em ê bi Koma Gîvara re derkevin û di 8`ê Adarê de ez ê serbixwe derkevim. Tevî şert û mercên herî zehmet ku em tê re derbas bûne, lê dîsa jî em ê bi rihê jinên berxwedêr şahiyên xwe li dar bixin û em ê Newrozê û 8`ê Adarê bi tijî vîn û hest bi rê ve bibin û bixemilînin.”

ANHA