Selçûk Mizrakli piştî 7 salan ji girtîgehê derket

Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji Girtîgeha Edîrneyê hate berdan û bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Selçûk Mizrakli piştî 7 salan ji girtîgehê derket
8 îlon, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a bakurê Kurdistanê ya Amedê Selçûk Mizrakli ku ji 22’yê Cotmeha 2019’an ve girtî ji Girtîgeha bajarê Edîrneyê ya Tîpa Fyê hate berdan.

Piştî 7 salan Selçûk Mizrakli ji girtîgehê tehliye bû. Selçûk Mizrakli, li pêşiya girtîgehê ji aliyê Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter û rêvebrên DEM Partiyê, rêveberên HDKê, DBPê, Dayikên Aştiyê û girseyek qerebalix ve hate pêşwazîkirin.

Girseya ku di saetên sibê de li pêşberî girtîgehê kom bû pankartên “Azadî bi xêr be heval”, “Azadî nîvco nabe, ji bo Demîrtaş azadî”, “Azadiya Mizrakli kêfxweşiya me, ragirtina Demîrtaş hêrsa me ye” hilgiritn.

Di pêşwazîkirinê de Dayikên Aştiyê kulîlk diyarî Selçûk Mizrakli kir û bênavber dirûşmeya, “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.