Mehmûd El Mislit: Bi Şamê re danûstendin didomin

Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku bêyî lihevkirineke neteweyî ew nikarin avabûnekê çêbikin û got: “Têkiliyên me bi Şamê re baş in û danûstendin dewam dikin”

Mehmûd El Mislit: Bi Şamê re danûstendin didomin
Mehmûd El Mislit: Bi Şamê re danûstendin didomin
Mehmûd El Mislit: Bi Şamê re danûstendin didomin
Mehmûd El Mislit: Bi Şamê re danûstendin didomin
Mehmûd El Mislit: Bi Şamê re danûstendin didomin
23 mijdar, 2025   12:55
QAMIŞLO

Di çarçoveya civînên ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ji bo balkişandina ser rewşa siyasî ya ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê tê re derbas dibe, ji bo gel birêxistin dike, li Qamişloyê, bajarok û gundewarên girêdayî wê li hola Melekiyê civînek orgenîze kir.

Li civînê şênî, oldar, rûspî û şêxeşîr, jin û ciwan amadebûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Di dîwana civînê de Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit, Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Hisên Ezam, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li bajarê Qamişlo Fethiya Xelîl, Berpirsyarê Partiya Asûr a Demokratîk û Endamê MSD`ê Wail Mîrza û Endamê Desteya Rûsipyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fûad El Başa hazir bûn.

Di civînê de Mehmûd El Mislit axivî û bixêrhatina mêvanan kir, Mehmûd El Mislit behsa bajarê Qamişlo kir û da zanîn ku ew temsîla pirrengiya Sûriyeyê dike û tu carî ew têk naçe, ji ber xelkê wê xwedî îrade ne.

Mehmûd El Mislit diyar kir ku Sûriyeyê di qonaxaeke ku çarenûsî de derbas dibe, îro li Sûriyeyê sîstemeke nû heye, daxwazên wê yên nû hene û ji bo ku welatê xwe bighînin serkeftinê, divê ew li gorî berpirsyartiya vê qonaxê bin. Dema ew yekîtiya gelan dibînin erênî dibin, lê dema fitne tê derxistin ew ji van gavan aciz dibin û got: “Doza me yek e û êşa me yeke. Sûriyeyê di qonaxeke de ye ku bi hacetî xebatê şêx, keç û xortan e.”

Mehmûd El Mislit destnîşan kir ku daxwaz û siyasetên hikumeta li Şamê hene, ew bû veguhêz û rewabûna xwe ji derve girtiye, nabe ku hikumetek rewabûna xwe ji derve bigire pêwîste ji hundirî bigire û wiha pê de çû: “Di nava gelan de alozî tune ye, hewildan hene ku di nava gelan de fitneyan derxînin û vê hevgirtina ku me bi hev re avakiriye xerab bikin. Em nikarin vî bajarî bêyî lihevkirineke neteweyî ava bikin. Ji bo ku em bighîjin Sûriyekek ku em dixwazin, em bi hacetî yekrêziyê ne. Sûriyeyê nema vedigere beriya 2011`an, em naxwazin Sûriyeyê parçe bikin, baweriya me bi hevgirtina gelan heye. Dema em bi hev re bibin em ê biserkevin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mehmûd El Mislit da zanîn ku tişta ku li Şamê çê dibe, ji bo wan girîng e, ew her dixwazin rewşa Sûriyeyê baş be, dixwazin sazî û deriyên wan ên sînorî werin vekirin. Her wiha ew mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê dixwazin û got: “Em hemû pêkhate di geşteyekê de ne.”

Mehmûd El Mislit bal kişand ser rewşa danûstendinên bi hikumeta veguhêz re û got: “Danûstendin birêvediçe, Hevpeymana 10`ê Adarê ji bo pêkanîna netewbûnê riyeke. Ji bo pêkanîna lihevkirineke neteweyî rola rûsipî û eşîran di vê qonaxê de girîng e. Dîrok şahidê ku çi qasî rûsipî ev welat parastine, divê rê neyê dayîn ku tevlîhevî bê derxistin. Têkiliyên me bi Şamê re baş in, danûstendin me berdewam dikin. Bi dewletên Erebî re jî danûstendinên me hene û em ji qada siyasî ne dûr in.”

Beşdaran jî diyar kirin ku helwesta wan weke xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê helwesteke ku nayê guhertine. Em biratiya xwe ya gelan a pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr baş fêm dikin.

Civîn bi guhdarîkirina nerîn û nirxandinên beşdaran bi dawî bû.

(sb)

ANHA