Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê

Bi sedan xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbata şervanê HREˊyê şehîd Simko Dilpak.

Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbata şervanekî HREˊyê
23 mijdar, 2025   13:12
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê, endamên saziyên xizmetguzarî û meclisan li bin konê sersaxiyê ya ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê vedaye, sersaxî da malbata şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Simko Dilpak (Diyarî Ehmed Hewla). 

Şervanê HREˊyê Simko Dilpak di 13ˊyê Mijdara 2024ˊan de, di Berxwedana Serdemê" de, ji ber êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Sûad Mistefa axivî û diyar kir ku "Çekên dijmin an jî pêkanînên wê yên dermirovî me nesekinînin û em ê di oxira têkbirina dijmin de têkoşîna xwe bidomînin û dilsoziya bi şehîdan re pêk bînin."

Sûad careke din soza xwe ya şopandina rêça şehîdan nû û anî ziman ku bi saya berxwdana dîrokî ya van şehîdan şoreşa herêmê li cîhanê deng veda.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Mahsûm Dêrşiwî da zanîn ku divê fedakariyên şehîdan ên di oxirê pêkanîna edalet, parastina xakê û gel ji komployan de neyên jibîrkirinê, ji lew re divê ew li ser şopa wan bimeşînin.

Li aliyekî din jî ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xalid Dêrik bal kişand ser berdewama parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Divê piştgiriya QSDˊê ya ku parastina her bihostek ji welatê me dike, dewam bikin. Em ê dijmin û planên li dijî gelê xwe têk bibin."

Xalid Dêrik girîngî da berdewamkirina metoda berxwedanê ya ku şervanên QSDˊê pêk tînin û şopandina rêça şehîdan.

(fr)

ANHA