Medyaya Îranê têkildarî ‘belgeya lihevkirinê’ agahiyên nû belav kirin

Îranê têkildarî belgeya lihevkirina bi DYA`yê re hin agahiyên nû belav kirin. Belge ji xalên girêdayî rakirina cezayên DYA’yê yên li ser Îranê û vekirina tengava Hurmuzê pêk tê.

Medyaya Îranê têkildarî ‘belgeya lihevkirinê’ agahiyên nû belav kirin
12 hezîran, 2026   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mehr a Îranê têkildarî ‘belgeya lihevkirinê‘ ya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re agahiyên nû belav kirin. Li gorî ajansê ‘belgeya lihevkirinê‘ ji xalên girêdayî rakirina cezayên aborî yên li ser Îranê, vekişîna hêzên DYA’yê ji herêmên li derdora Îranê û rakirina dorpêça deryayî pêk tê. 

Her wiha ajansê îdia kir ku di dan û standinên dawiyê de dê li ser pirsgirêkên nukleerî û aborî nîqaş bêne kirin û bernameya Îranê ya mûşekan nayê nîqaşkirin.

Di ‘belgeya lihevkirine‘ de hatiye nivîsandin ku tengava Hurmuzê vekin, cezayên petrolê betal bikin û pereyên Îranê yên cemidandî serbest berdin. Ajansê destnîşan kir ku divê belgeya lihevkirine ji aliyê têkildar ve were erêkirin.

Malpera Axios jî da ziman ku serokê DYA’yê Donald Trump gotiye ‘belgeya lihevkirinê‘ di demeke kin an jî di betlaneya dawiya heftêyê de were îmzekirin. Heman malperê diyar kir ku di ‘belgeya lihevkirinê‘ de hatiye nivîsandin ku divê tengava Hurmuzê bê vekirin û gumrik neyê girtin. Eger Îran bendên lihevkirinê binpê neke dê cezayên li ser wê sivik bikin.

Li gorî Axiosê di belgeyê de behsa agirbesta 60 rojî tê kirin û ev ji bo Lubnanê jî derbasdar e. Di wê demê de li ser bernameya nukleerî ya Îranê dê dan û standin bên kirin.

Li gorî bendên lihevkirine divê di 30 rojan de tevgera li tengava Hurmuzê vegere wekî dema berî şer. Li beramberî vê yekê jî divê DYA dorpêça xwe rake.

Li gorî raporê divê çekên nukleerî di destê Îranê de nemînin û dosyaya uranyuma dewlemendkirî ya Îranê were çareserkirin. Her wiha di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de Îran asta dewlemendkirina uranyumê kêm bike.

Di vê çarçoveyê de li gorî çavdêran li ser asta bilind lihevkirina bi DYA’yê re hatiye qebûlkirin lê hîna rêveberê olî Mucteba Xamineyî lihevkirin erê nekiriye.

Trump ragihand ku merasîma îmzekirina lihevkirinê dibe ku di dawiya hefteyê de were lidarxistin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê anî ziman ku hîna ji bo lihevkirinê biryara dawîn nedane.

Malpera Axios diyar kir ku 4 balafirên veguhastina leşkerî yên DYA’yê yên C-17 duh (pêncşem) hatine Ewropayê.

Di daxuyaniyên Koşka Spî de hate gotin ku Trump biryarên lêdana Îranê yên nû betal kirine û hate gotin ku her du aliyan heyanî astekê li hev kiriye û dibe ku belgeya lihevkirine di rojên pêş de were îmzekirin.

(np)