Li başûrê Yemenê 2 bijîşkên ji Sûriyeyê hatin kuştin

Li parêzgeha Aden a Yemenê kesekî nobedarên mala wezîrê dewletê û parêzgarê Adenê gulebaran kirin û di encamê de 5 kes hatin kuştin ku 2 ji wan bijîşk in û ji Sûriyeyê ne.

Li başûrê Yemenê 2 bijîşkên ji Sûriyeyê hatin kuştin
12 hezîran, 2026   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî kesekî navê “endamê reviyayî” lê kirine, nobedarên mala wezîrê dewletê û parêzgarê Adenê gulebaran kirin. Di gulebaranê de 5 kes ku ji wan 2 bijîşkên sûriyeyî ne hevjînên hev in, hatine kuştin. 

Ofîsa ragihandinê ya parêzgeha Adenê ya Yemenê der bare êrişê de daxuyanî da û got di encama êrişê de leşkerek û her du hevser dema ku derbas bûne, hatine kuştin. Li gorî daxuyaniyê her du hevser li nexweşxaneyeke nêzî cihê bûyerê dixebitîn.

Çavkaniyekî ewlehiyê da zanîn ku di êrişê de polîsek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne, birîna yekî ji wan giran e.

(np)