Di êrişa Îsraîlê de jineke ji Sûriyeyê hat kuştin

Li herêma Bîqaa ya rojavayê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de jineke ciwan a ji Sûriyeyê hat qetilkirin û bavê wê birîndar bû.

Di êrişa Îsraîlê de jineke ji Sûriyeyê hat kuştin
12 hezîran, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li gundê Meşxera yê herêma Bîqaa ya rojavayê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir. Di bombebaranê de jineke ciwan a ji Sûriyeyê û bavê wê ku li ser motorsîklêtê bûn, hatin hedefkirin. Di encamê de jina ciwan jiyana xwe ji dest da û bavê wê birîndar bû.Bav rakirin nexweşxaneyên Lubnanê.

Hate zanîn ku kesên hatine hedefkirin ji bajarê Newa yê li rojavayê Dera Sûriyeyê ne.

(bb)