Medyaya Îranê: Li dijî êrişên Amerîkayê operasyon hat destpêkirin

Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ya Îranê ragihand ku li dijî êrişên Amerîkayê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin.

Medyaya Îranê: Li dijî êrişên Amerîkayê operasyon hat destpêkirin
1 îlon, 2026   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ya Îranê ragihand ku hêzên Îranê wekî bersiv li hemberî êrişên Amerîkayê "operasyoneke biryardar" daye destpêkirin.

Li gorî ajansê, dê baregeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li herêmê bi mûşek û dronên Îranê werin hedefkirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê vê êvarê destpêkirina êrişan li ser hedefên artêşa Pasdaran ragihandibû. Fermandariyê diyar kir ku operasyon wekî bersivek li hemberî êrişên vê dawiyê yên Îranê yên li ser tevgera li tengava Hurmuzê û hedefkirina leşkerên Amerîka yên li herêmê hatiye ragihandin.

Televîzyona Îranê jî ragihand li gundê Mesenê yê girava Qeşmê dengê 5 teqînan û li herêma tengava Hurmuzê jî dengê 4 teqînan hatin bihîstin.