Medyaya Erebî: Pirsgirêka nukleerî ya Îranê hat derbaskirin

Çavkaniyan eşkere kirin ku navbeynkarê Pakistanî di danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de karî astengiya dosyaya nukleerî ya Îranê derbas bike.

Medyaya Erebî: Pirsgirêka nukleerî ya Îranê hat derbaskirin
23 gulan, 2026   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky News Arabia navbeynkarê Pakistanî di danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de astengiya dosyaya nukleerî ya Îranê derbas kiriye. 

Li gorî çavkaniyan "mijarên ku hîn nehatine çareserkirin di navbera DYA`ê û Îranê de mijarênbidawîkirina şerê li Lubnanê, rakirina dorpêça Amerîkî li ser benderên Îranê, û vekişîna hêzên leşkerî ji herêmê ne. Îran jî ji bo vekirina vekirina Tengava Hormuzê û berdewamiya gera danûstandinan di nav 30 rojan de, van şertan dide pêş."

(k)