Medyaya erebî li ser zêdebûna hejmara çeteyên Uygur ên li Sûriyeyê nivîsî

Medyaya erebî nivîsî ku zêdebûna hejmara çeteyên Uygur li bakurê Sûriyeyê fikaran zêde dike, Çîn jî li ser Şamê zextê dike ku hebûna wan sînordar bike. Her wiha pirsên li ser siberoja entegrebûna wan an hilweşandina komên wan ên çekdar jî zêde dibin.

Medyaya erebî li ser zêdebûna hejmara çeteyên Uygur ên li Sûriyeyê nivîsî
20 gulan, 2026   10:21
NAVENDA NÛÇYAN

Medyaya erebî îro li ser mijara çeteyên Uygur ên li Sûriyeyê û bazarên enerjiyê yên cîhanê nivîsî.

‘UYGUR LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ ZÊDE DIBIN’

Malpera ‘Ultra Sawt’ raporek weşand ku aşkera dike ku hejmara çeteyên Uygur li Sûriyeyê zêde dibe ku piraniya wan ji sala 2012`an vir ve li deverên bakurê Sûriyeyê bi cih bûne.

Li gorî raporê bi hezaran Uygur piştî ku di mayîna li Tirkiyeyê de zehmetî kişandin û ji tirsa ku werin dersînorkirin, bi rêya sînorê Tirkiyeyê ketine axa Sûriyeyê. Di raporê de hat destnîşankirin ku "komên çekdar ên Uygur niha hewl didin bêtir endamên civakê ji derveyî welêt bînin" bi armanca "avakirina jiyaneke nû, parastina çanda xwe û pratîkkirina Îslamê bi awayekî azad”.

Di raporê de hat ravekirin ku Uyguran bi avakirina projeyên bazirganî, benzînxaneyan û dibistanên ku bi zimanê uygurî dersê didin, çalakiyên xwe yên aborî li deverên di bin kontrola xwe de berfireh kirine. Her wiha ew li derdora Idlib û Cisir El Şixûr di nav civakên girtî de bi cih bûne.

‘ÇETEYÊN BIYANÎ Û FIKARÊN HERÊMÎ’

Li gorî raporê, li Sûriyeyê bi qasî 4 hezar çekdarên Uygur hene û zêdetirî hezar kes ji wan jî di şer de hatine kuştin. Her wiha hat destnîşankirin ku Çîn hebûna wan bi fikar dibîne û zextê li Şamê dike ku wan derxe yan jî çalakiyên wan kêm bike.

Berevajî vê, raporê nerazîbûnên zêde di nava civaka Sûriyeyê de li hember hebûna çeteyên biyanî aşkera kir, bi taybet ji ber fikarên zêde yên têkildarî îdeolojiyên tundrew ên ku ji hêla hin ji wan ve têne girtin û bandora wan li ser cihêrengiya olî û civakî ya welêt.

RÛSYA Û BAZARÊN ENERJIYÊ YÊN CÎHANÊ

Rojnameya El Nehar li ser siberoja bazarên enerjiyê yên cîhanê piştî vekişîna Îmaratê ji hevpeymaniya OPEC+ nivîsî.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Rûsya di parastina bandora xwe ya li bazara petrolê de, bi taybet bi îhtîmala veguhastina hinardekirina Îmaratê ber bi Asyayê ve, bi dijwariyên zêde re rû bi rû ye.

Rojnameyê diyar kir ku aloziyên li Tengava Hurmuzê ji Moskovê re derfetan pêşkêş dikin ku dahatên xwe yên petrolê û bandora xwe ya stratejîk zêde bike, lê di heman demê de xetereyên têkildarî qutbûna petrolê û lêçûnên bilind ên veguhastin û sîgortaya deryayî jî hene.

(k)