Sibê komeke din a efrîniyan vedigere warê xwe

Li gorî agahiyên ku malbatan dane, sibê koma 6`an a koçberên ji Efrînê ji Qamişlo ber bi Efrînê bi rê dikeve.

Sibê komeke din a efrîniyan vedigere warê xwe
20 gulan, 2026   10:34
QAMIŞLO

Di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê de vegera koçberên Efrînê didome. Piştî gihaştine 5 koman, niha koma 6`an jî amadekariyên vegerê dikin.

Li gorî agahiyên ku me ji malbatên koçber girtine, sibe (21 Gulan) saet di 07:00`an de koma 6`an a ku ji derdora hezar malbatên li bajarên Qamişlo û Dêrikê dimînin, pêk tê, ji Qamişlo ber bi Efrînê bi rê dikeve.

Duh koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê ku ji 600 malbatan pêk dihat, gihaşt bajarê Efrînê.

Ji Cizîrê jî 9`ê Adarê 400 malbat, 4`ê Nîsanê 200 malbat, 14`ê Nîsanê 800 malbat û 9’ê Gulanê nêzî hezar malbat vegeriyan bajarê Efrînê û navçeyên girêdayî wê.

(sb)

ANHA