Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin

Di kongreya 3ˊyan a li kantona Tebqayê de mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin.

Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin
Mecliseke nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê hate hilbijartin
13 ÇILE, 2024   17:38
TEBQA

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Tebqayê bi diruşma ˊPartiya me pêşeroja me ye, rêveberiya me misogeriya me ye, hêzên me serkeftina me ne, Sûriye me dike yekˊ kongreya xwe ya 3ˊyan li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar dixe. Di kongreyê de endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên ji partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl, leşkerî, rûspiyên eşîran û tevgerên jinan beşdar bûn.

Di kongreyê de serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef axivî û wiha got: "Em lidarxistina vê kongreyê li tevahî gelan pîroz dikin. Em hewl didin guhartinekê çêkin û demokrasiyê pêk bînin. Ev yek jî li ser partiyê erkeke siyasî ya zehmet de û divê bigihîne armanca xwe ya Sûriyeyeke pirrengî û nenavendî."

El Xelef wiha domand: "Ruxmî hewldanên astengkirina têkoşîna partiyê ji hêla aliyên dijberî azadî û demokrasiyê, lê partiyê gelek gavên pratîk avêtin û bû dengê gel."

Dûre beşdaran xebatên xwe li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir. Kongre bi xwendina daxuyaniyê ji hêla serokê Meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef ve bi dawî bû.

Di dawiyê de mecliseke nû ya partiyê ji 27 endamên hate hilbijartin û di meclisê de jin û ciwanan cihê xwe girtin, her wiha Ehmed El Xelef bû serokê meclisê û Barîn Mamo bû cîgira serokê meclisê.

(fr)

ANHA