Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Reqayê der barê şehîd Sakîne Cansiz de semînerek da.

Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn
Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn
Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn
Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn
Li Reqayê semînerek li ser şehîd Sakîne Cansiz hate dayîn
13 ÇILE, 2024   17:43
REQA

Di semînerê de endamên Komîteya Tenduristiyê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekitiya Jinên Ciwan, bijîşk û hemşîreyên Nexweşxaneya Wetenî beşdar bûn.

Di semînerê de endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Jiyan Dêrik axivî û wiha got: "Hevrê Saknîne zanîngeha xwendibû û di 2013ˊyan de di Komkujiya Yekemîn a Parîsê de şehîd bûbû."

Jiyan wiha domand: "Têkoşîna şehîd Sakîne ji destpêkirina tevgera azadiya Kurdistanê ve dest pê kir, erka wê komkirina agahî û birêxistinkirina jinan bû.  Li ser şoreşa sosyalîzmê û Vetnamê agahî kom kirin."

Jiyan wiha pê de çû: "Dewletên kapîtalîst jinên şoreşger ên banga azadiyê dikin hedef girtin, her wiha beşa jinên ciwan jî hedef girtin û gelek jin qetil kirin. Şehîd Sakîne di oxira Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê koşiya."

Jiyan wiha dawî li gotina xwe anî: "Teoriya neteweya demokratîk bû nimûneya Rojhilata Navîn. Ev sedsala sedsala jinan û şopandina li ser rêça şehîdan e."

(fr)

ANHA