Li Şehbayê cezayê darvekirinê li dijî jinên Efrînê hate şermezarkirin

Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li herêmên dagirkirî û ferzkirina cezayê darvekirinê li dijî jinên hatine revandin, şermezar kirin.

13 ÇILE, 2024   17:17
ŞEHBA

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şehbayê ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê li dijî jinan li Efrîna dagirkirî bi çalakiyekê şermezar kir.

Beriya çend rojan hin çeteyên dewleta Tirk a dagirker cezayê darvekirinê li dijî gelek jinên li Efrîna dagirkirî birî. Bi wê yekê ew sûc li rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê Efrînê zêde dibin.

Çalakî li parka Kampa Berxwedanê bi beşdariya xelkê Efrîn û Şehbayê, endamên meclis, deste, nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de endama Meclisa Jinan a PYDˊê ya Şehbayê Yildiz Mûsa axivî û wiha got: "Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan li hundirê Efrînê şermezar dikin. Armanca van sûcan vîna jinan were şikandin."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star Gulê Mihemed got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe li dijî xelkê Efrînê dewam dikin û di van sûcan de tu cudahiyê naxin navbera tu pêkhateyekê, heta gorên şehîdan jî ji sûcên wan nafilitin.

Welatiya bi navê Lemya Ebas a ji pêkhateya Ereb jî wiha got: "Em qetilkirina jinan li Efrîna dagirkirî red dikin û bang dikin ku jinên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de werin rizgarkirin."

Lemya wiha domand: "Di navbera hikumeta Tirkiye û Îranê de der barê birîna sûcan li dijî jinan û birîna cezayên darvekirinê tune ye."

(fr)

ANHA