Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Jinên Ermenî hat avakirin

Yekitiya Jinên Ermenî di kongreya xwe ya duyemîn de Koordînasyona Giştî ya Yekitiyê ava kir, serokeke nû hilbijartin û di dawiya kongreyê de gelek encamname hat derxistin.

Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Jinên Ermenî hat avakirin
Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Jinên Ermenî hat avakirin
Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Jinên Ermenî hat avakirin
7 cotmeh, 2024   16:51
HESEKÊ

Bi diruşma ʹWekhevî…jiyana azad…têkoşîna jinên Ermenîʹ kongreya 2ʹyemîn a Yekitiya Jinên Ermenî li xwaringeha Marbêla ya li Hesekê hat lidarxistin.

Kongre bi beşdariya nêzî 150 deleyên ji rêxistin, tevgerên jinan, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed û berdevka Kongra Stra Rîhan Loqo hat organîzekirin.

Di kongreyê de gelek axaftin hatin kirin. Axêveran diyar kir ku Yekitiya Jinên Ermenî yek ji encamên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ku bi şoreşa jinan tê nasîn e.

Her wiha di kongreyê de sînevîzyonek li ser xebatên yekitiyê yên dirêjahiya 2 salan hat pêşkêşkirin, rêzikname hat xwendin.

Di dawiyê de encamnameyek hat dayîn. Koordînasyona Giştî ya Yekitiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 9 endamên bi serokatiya Anahîd Qesbiyan hat avakirin. Her wiha Sîlda Sêmon jî li şûna Anahîd Qesbiyan wek seroka nû hat hilbijartin.

Encamname wiha ye:

Damezrandina Meclisa Leşkerî ya Ermenî piştgiriya Meclisa Civaka Ermenî ye

Damezrandina Partiya Yekitiya Ermenî piştgiriya Meclisa Civakî ya Ermenî ya giştî ye.

Nûnertiyên Meclisa Ermenî û Yekitiya Jinên Ermenî di daîreyên Rêveberiya Xweser de werin dayîn.

Akademiya dayîna dewreyên zimanê Ermenî û dewreyên girtî were avakirin.

Waneyek ji zimanê ermenî re li dibistanên Rêveberiya Xweser were veqetandin.

Komîna Ermen li taxa Ermen a Qamişlo were avakirin.

Piştgiriya projeyên biçûk ên jinên Ermenî were kirin ku xwe bi pêş bixin û xwe di civakê de xurt bikin.

Yekitiya Jınên Ermenî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30ʹê Îlona 2022ʹyan de li Hesekê kongreya xwe ya damezrîner li dar xistibû.

(fr)

ANHA