`Konseya Siyasî ya Navîn-Rojavayê Sûriyeyê` hate ragihandin

“Konseya Siyasî ya Navîn-Rojavayê Sûriyeyê” hate damezirandin. Meclisê di daxuyaniya xwe ya damezirandinê de bang li pratîkkirina “pergala federasyonê” kir û got ev pergal, çareserî ye ku dê şer bi dawî bike û edaletê di navbera herêman de bi dest bixe. Meclisê diyar kir ku federalî, maf dide her herêmekê ku jêderên xwe bi xwe kontrol bike, rê li pêşiya aloziyên hundirîn bigire. 

`Konseya Siyasî ya Navîn-Rojavayê Sûriyeyê` hate ragihandin
27 tebax, 2025   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malperên meclisê yên medya dijîtal dîmena daxuyaniyê hate parvekirin. Di daxuyaniyê de avakirina “Konseya Siyasî ya Navîn-Rojavayê Sûriyeyê” hate ragihandin. 

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku pergala federasyonê li welêt pêk were ji ber ku “çareseriya herî guncew e ji bo ku şer bi dawî bibe, aştî û edalet di navbera herêman de bi dest bikeve”. Hate diyarkirin ku federasyon, derfetê dide yan jî maf dide herêman ku jêderên xwe bi xwe kontrol bike, li şûna hêzê, qanûnê esas bigire ji bo ku aloziyên hundirîn çareser bike.

Di daxuyaniya bi dîmen de ku rojnamevan Kanan Weqaf xwendiye hate ragihand ku meclis ji parêzgehên Lazîqiye, Tartûs, Hims û hin beşên Hemayê, Deşta Xabê pêk tê. Hate gotin ku elewî dest bi vê însiyatîfê kiriye ji ber ku Hikumeta Şamê siyaseta parçekirinê bi kar anî. Lê di heman demê de di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevbeşiya di navbera pêkhateyan de pêwîst e, ji bo ku gavên bê werin avêtin.

Di daxuyaniyê de Hikumeta Şamê bi “pergaleke terorîst a ku dest danî ser desthilatê di kêliyeke siyasî ya diyar de” hate tawanbarkirin û hate gotin ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştgiriya vê hikumetê dike. Her wiha hate diyarkirin ku meclis pabendî biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 e û bang lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya nû bi çavdêriya NY`yê hate kirin.

Di daxuyaniyê de “hikumeta yekreng” a ku dûrxistin û rêgezên olî ji xwe re kirine bingeh, hate redkirin û bang li “komên terorîst” hate kirin ku ji Sûriyeyê derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pergala federasyonê, ji bo Sûriyeyê çareseriya herî guncew e ji ber ku tenê bi rêya vê pergalê Sûriye ji avzêya aloziyan xilas dibe û li ser asta xwecih û herêmî istiqrarê bi dest dixe.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, meclisê nasnameya xwe ya dîtbarî li ser medya dijîtal belav kir.

(şx)