Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist

Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komxebatekê de got hezkirin baweriyên li Sûriyeyê komî ser hev dike. Meclisê destnîşan kir ku ji bo ku jiyaneke hevbeş di nava Sûriyeya yekgirtî de misoger bibe, pêwîst ji gotara nefretê dûr bikevin.

Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
Meclisa Ol û Baweriya komxebatek li dar xist
28 tebax, 2025   16:48
HESEKÊ

Meclisa Ol û Baweriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Nêrîna me ya ji bo projeya destûra Sûriyeyê li gorî pirrengiya çandî, etnîkî û olî ya gelê Sûriyeyê” li Navenda Çandî ya Hîlala Zêrîn a Hesekê komxebatek li dar xist. 

Bi dehan nûnerên saziyên olî yên îslamê, zeredeştiyê, xiristiyan, elewî û êzidî, nûnerên rêxistinên jinan û yên çandî tev li komxebatê bûn.

Serê pêşîn, ji bo birêvebirina panelê dîwanek ji nûnerên ol û baweriyên cuda hate hilbijartin.

Dûre endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Bûtî axivî û 7 rêgezên ku Meclisa Ol û Baweriyan têkildarî destûrê danîne, xwendin. 5`ê Çileya 2025`an meclisê komxebatek li dar xistibû û di wê komxebatê de ev 7 rêgez nîşan dabûn.

7 rêgez ev in:

“Divê cudakirina li ser ol, taîfe û etnîk neyê qebûlkirin. Mafên azadiya baweriyê û wekheviyê ji sûriyeyiyan re were misogerkirin. Helwesta dewletê ji baweriyan, bêalî be.

Sûriye, dewleteke pirol, bawerî û kêmneteweyan e, maf û erkên welatiyan yek in.

Divê sûcên li dijî pêkhateyên civaka Sûriyeyê hatine kirin, bên şermezarkirin û bikaranîna olê di kampanyayên siyasî de yên ku nefretê û parçekirinê gûr dikin, neyê qebûlkirin.

Divê rêz ji taybetmendiyên perwerdeyê yên her olekê yan jî baweriyekê bê girtin. Di metrayalan de, têgihiştineke hevbeş ji dîroka olên li Sûriyeyê hebe.

Divê cihên pîroz bên parastin, her olek an jî baweriyek bikare kar û barên cihên xwe yên pîroz birêve bibe.

Divê jin tev li jiyana giştî bibe. Bi hincetên olî yan jî çandî, ti cudakirin li dijî wê neyê bikaranîn.

Divê hesab ji berpirsên sûcên li dijî êzidiyan û tevahî qurabniyên sûcên li dijî mirovahiyê bê pirsîn û li gorî pîvanên navneteweyî wan radestî edaletê bikin.”

Nûnera ola zeredeştiyê Huda Şêxmûs di komxebatê de axivî û got hezkirin baweriyên Sûriyeyê komî ser hev dike. Huda destnîşan kir ku divê her kes ji gotara nefretê dûr kevin, ji bo ku jiyana hevbeş di nava Sûriyeyeke hevgirtî de, bi dest bikeve. 

Huda diyar kir ku mafê her sûriyeyek heye ku li gorî nasnameya xwe ya olî bijî, baweriyên xwe bê tirs û cudahî bike.

Dûre beşdaran her 7 rêgezên hatine bibîrxistin, rêbazên tunekirina urf û adetên riziyayî û gotara taîfî, nîqaş kirin ji bo ku bigihêje nêrîneke hevbeş a der barê destûra nû de ya ku divê pirrengiya çandî û olî ya civaka sûriyeyî rave bike.

Têkildarî komxebatê, endamê Koordînasyona Meclisa Ola û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Mihemed ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku komxebat 5`ê Çileyê bi beşdariya 250 kesayetên olî yên ji herêmê, şêx Hikmet El Hicrî, nûnerên elewiyan hatibû lidarxistin û wiha domand: “Wê demê me ev 7 rêgezên têkildarî destûra nû, vebijart.”

Mihemed di dawiyê de got: “Em dixwazin van 7 rêgezan nîqaş bikin ji bo ku em bigihêjin encamên dawîn.”

(şx)

ANHA