Têkildarî rêveberiya domdar a hewzên Dîcle û Firatê li Hesekê civîn

Di çarçoveya çalakiyên hefteya cîhanî ya avê de, Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî civîneke zanyarî li dar xist. Di civînê de bandorên guhertina avhewayê û siyasetên herêmî li ser Dîcle û Fîratê, rola pergala agahiyên erdnîgarî ya ji bo nirxandina jêderên avî, hatin nîqaşkirin. Di dawiyê de, beşdaran li hev kir ku bikaranîna avê baş bikin, teknîkên avdanê yên nû bi kar bînin û ji bo misogerkirina ewlehiya avî, hevkariya herêmî xurttir bikin.

28 tebax, 2025   17:33
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên hefteya cîhanî ya avê de Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî, bi dirûşma “Rêveberiya domdar a hewzên Dîcle û Firatê” civînek li Peymangeha Sivîl a taxa Kelase ya bajarê Hesekê li dar xist. 

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, akademîsyen û pisporên çandiniyê, profesorên Zanîngeha Rojava û nûnerên Daîreya Avê ya Hesekê tev li civînê bûn.

Di civînê de mudirê rêveber ê Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî Zîwar Şêxo axivî û destnîşan kir ku guhertinên di van çend salên dawîn de di Dîcle û Firatê de çêbûne, bandorên jîngehî û mirovî çêkirin ku ew jî li ser ewlehiya avî ya herêmê xetere ne.

Dûre der barê guhertinan û bandorên wan de belgefîlmek hate pêşandan.

Di civînê de, 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Di mijara yekemîn de sînevizyonek li ser kêmbûna ava çemê Dîcle û Firatê di serdema borî de, ewlehiya avî di her du hewzan de, bandorên rasterast ên  aloziyê li ser Iraqê li gel guhertina avhewayê hatin gotubêjkirin.

Di mijara duyemîn de jî guhertina avhewazyê, birêvebirina jêderên avî, “rola pergalên agahiyên erdnîgarî û teknîkên lêkolînên ji dûr di nirxandin û birêvebirina jêderên avî” hatin nîqaşkirin.

Serokê Komîteya Avê yê Komeleya Keziyên Kesk lêkolîner Ristem Resûl der barê mijarê de di civînê de wiha axivî: “Kêmbûna avê, bandor li ewlehiya avî ya Sûriye û Iraqê kir.”

Resûl mijara bandorên aborî û civakî yên aloziyê bi rêya dîmenekê şîrove kir.

Profesorê Rêveberiya Jîngehê û Avê ya Zanîngeha Kermiyan a Başûrê Kurdistanê Dr.Ebdulmutalib Rifet Serhet online tev li civînê bû û nirxandineke giştî der barê astengiyîn avî yên 5 salên dawîn de, pêşkêş kir û guhertina avhewayê, bikaranîna nebaş a avê, qirêbûna jîngehî, zêdebûna hejmara nifûsan, zaîfbûna rêveberiya çandiniyê û hêmanên gûrkirina aloziyê, destnîşan kirin.

Serhet diyar kir ku ji ber siyasetên avî yên Tirkiye û projeyên Îranê di hewza Dîcleyê de mîna projeya avê ya TWP û bandorên wê li ser jêderên avî bi bîr xist.

Ji Zanîngeha Leeds a Brîtanî Dr. Şînda Elî Xan jî di civînê de axivî û desntîşan kir ku, bikaranîna pergala agahiyên erdnîgarî, teknîkên lêkolînên ji dûr, di şopandin û nirxandina bernameyên rêveberiya avî de gelek girîng e.

Şînda got ji ber guhertina avhewayê, rêjeya barîna baranê kêm bûye, hilmdan zêde bûye, parvekirina avê guherî ye, lewma divê plansaziyên pêşîn bên dawyîn û ji bo sekna li hember van astengiyên hevbeş, hevkariyeke herêmî hebe.

Di dawiya civînê de beşdaran ji bo çareserkirina aloziya avê gelek pêşniyar kirin. Jê, pêşxistina birêvebirina bikaranîna avê li ser asta herêmê, xurtkirina hişmendiya civakî ji bo ku avê baş bi kar bînin, teknîkên avdanê yên nû bên bikaranîn, pêşxistina projeyên hevkariya herêmî ji bo ku ewlehiya avî ji gelên herêmê re mirsoger bibe.

(şx)

ANHA