Meclisa Leşkerî ya Dêrozorê: Hêzên me ji bo parastinê derbasî Dêrazorê bûn

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê destnîşan kir ku bi armanca parastina gele Dêrazorê, şervanên wan derbasî vî bajarî û rojavayê çemê Firatê bûne.

Meclisa Leşkerî ya Dêrozorê: Hêzên me ji bo parastinê derbasî Dêrazorê bûn
6 kanûn, 2024   18:16
DÊRAZOR

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: 

“Pêşketinên li welatê me Sûriyê çêdibin, xeteriyeke mezin li ser ewlehiya gelê me û herêma me ya Dêrazorê çêdike. Bi taybet grupên çeteyan ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Derazorê careke din çalak bûne. Li ser bingehê parastina gelê me yê Dêrazorê şervanên me yên Meclîsa Dêrazor a Leşkerî derbasî bajarê Dêrazor û Rojavayê Firatê bûn. Armanca me ji vê rêveçûnê parastina ewlehiya me û gelê me ye. Ji bo wê bila dilê gelê me yê Dêrazorê rehet be. Ji bo parastina wan û ewlehiya herêmê tişta dikeve ser milê me em ê heya dawî pêk bînin. Ji bo pêşwazîkirin û alîkariya gelê me yê Dêrazorê em spasiya xwe pêşkêş dikin. Hemû gelê me jî divê bi awayek çalak li gel şervanên me mil bi mil parastina xaka xwe bike.a”

(a)

ANHA