Kombûna Zenûbiya: Em bi biryardarî li dijî tundiyê tê dikoşin

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê Semîra Hebeş bal kişand ser pêngav û xebatên meclisê yên ji bo tunekirina tundiya li ser jinan û guhertina hişmendiya li dijî jinan.

Kombûna Zenûbiya: Em bi biryardarî li dijî tundiyê tê dikoşin
26 mijdar, 2024   06:10
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê Semîra Hebeş li ser xebatên meclisê yên ji bo jinavbirina tundiya li ser jinan axivî û diyar kir ku wan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî gelek çalakî li dar xistin.

Semîra Hebeş destnîşan kir ku Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê hemû jinan di bin sîwana xwe de kom dike û têdiloşe ji bo hevgirtina wan, bilindkirina asta hişmendiya wan, da ku karibin li hember astendiyan rawestin.

Semîra destnîşan kir ku dema jinek rastî tundiyê tê, meclis ji bo parastina jina destdirêjî lê hatiye kirin destwerdanê dike, her wiha diyar kir ku armanca wan ew e ku jinan der barê nasnameya wan a rast de agahdar bikin da ku zanbin ew xwedî roleke çalak in di avakirina civakan de û baweriyê bi hêza xwe bînin.

Tundiya aborî yek ji kêşeyên mezin ên jinan e. Der barê vê kêşeyê de Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo çareserkirina vê kêşeyê gelek çalak e û piştgirî dide jinan û derfetê dide her jinekê ku kar bike û xwe bispêre hêza xwe da ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne.

Semîra her wiha diyar kir ku di asta civakî û hişyarkirinê de, komîteyên lihevanînê yên meclisê hene, ev komîte pirsgirêkên civakî dişopîne û nakokiyên malbatî li gorî mafên jinan çareser dike. Her wiha komîteya perwerdeyê heye, dewreyên ramyarî û hişyarkirinê ji jian re vedike, carna jî sedana malan dikin û bi malbatan re diaxivin. komîteya tenduristiyê jî welatiyan der barê tenduristiyê de hişyar dike.

Semîra Hebeş der barê destkeftiyên ku jinan bi dest xistine got: “Bi salan e herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tê, ku herî zêde jin bûne qurbaniyên tundiyê. Tişta ku îro jinan bidestxistine, bi saya têkoşîna jinan ya kûr û dirêj pêk hatiye.”

Semîra Hebeş têkildarî çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li jer Jinan ya Navneteweyî) diyar kir ku wan dest bi hemleyeke berfireh kiriye li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê ji 10 ta 25`ê mijdarê dewam bike, di hemleyên de çalakiyên curbicur têne lidarxistin, mîna semînerên der barê danasîna têgeha tundiyê û bandora wê li civakê û jinan, her wiha vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo mêran bi armanca guhertina hişmendiya baviksalarî û lidarxistina meşê girseyî.

Berdevka Meclisa Jinan a Zenûbya Semîra Hebeş di dawiya axaftina xwe de peyemek arasteyî jinan kir û got: “Em ê her tim li kêleka hev bin û li kêleka her jineke ku ratî tundiyê hatiye bin, em bi biryardarî li dijî her cureyên tundiyê ne, em soz didin ku heta tundî bi temamî ji holê rabe, têkoşîna xwe bidomînin."

(k)

ANHA