Meclisa Jinan zêdtirî hezar û 905 çalakî li dar xist 12 hezar kes beşdar bûn

Di nava salekê de, Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) zêdtirî hezar û 905 semîner, panel, komxebt û çalakyên bîranînê li dar xistiye. Zêdetirî 12 hezar jin û mêr tev li çalakiya bûn.

Meclisa Jinan zêdtirî hezar û 905 çalakî li dar xist 12 hezar kes beşdar bûn
17 kanûn, 2025   13:47
QAMIŞLO

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê qonaxa 6`an a kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan ku di 8`ê Cotmehê di bin dirûşma “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” dest pê kiribû, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya navenda giştî ya PYD`ê li bajarê Qamişlo hate dayîn. 

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Rêveberiya Meclisa Jin a PYD`ê li Kantona Cizîrê Hayistan Hesen Erebî jî ji aliyê  Endama Rêveberiya Meclisa Jin a PYD`ê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Horê Şemdîn ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew wekî Meclisa Jin a PYD`ê piştî 2 mehan qonaxa 6`an ji kampanya tundiya li dijî jinan radighînin û wiha hate gotin: “Ev kampanya di demeke hestiyar de ku li Sûriyeyê rewşeke aloz tê jiyîn hatibû birêxistinkirin. Destkeftiyên jinan bi awayekî sîstematîk tê hedef girtin û hewl didin îradeya jinan bişkînin. Helwesta li pey vê kampanyayê diyar dike ku dema mafên jinan tenê di nav destûrek demokratîk a Sûriyeyê de dikare were bidestxistin û têkoşîna wan bi vê gave tê parastin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew bi xebatên xwe bal kişandin ser xurtkirina xebata rêxistinî ya jinan. Di daxuyaniyê de bîlançoya çalakiyên di nava qonaxa 6`an a kampanyayê hate eşkerekirin, dane wiha ne:

- Hezar û 845 dersên bi sernavê "Malbata Demokratîk û Rûbirûbûna bi Tundiyê" hatin dayîn û 7 hezar û 735 jin beşdarî wan dersan bûne.

- 28 komxebat û semîner ji bo saziyên Rêveberiya Xweser bi giştî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin, hezar 72 kes beşdarî wan xebatan bûn. (1072)

- Li bajarên Hesekê, Tebqa, Reqa û Kobanê derbarê manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” panelên giştî hatin lidarxistin, 872 kes beşdar bûne.

- Ji bo bîranîn Şehîd Şîlan û hevalên wê li hemû bajarên kantona Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 32 merasîmên bîranînê hatin lidarxistin, 3 hezar û 123 kes tevlî bûne.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de vê tevlîbûna berfireh a jinan û hemû hêzên demokratîk ji bo kampanyayê pir girîng dibînin. Têkoşîna me bi kampanyayekê bi dawî nabe, têkoşîn û berxwedana me wê bidome.”

(ah)

ANHA