Meclisa Jinan a MSDˊê têkildarî ˊDiyardeya Îslama Siyasîˊ civînek li dar xist

Nivîsgeha Jinan a MSDˊê bi sernavê ˊJin li hember diyardeya îslama siyasî û dûrxistinêˊ li navenda meclisê ya Hesekê civînek li dar xist.

Meclisa Jinan a MSDˊê têkildarî ˊDiyardeya Îslama Siyasîˊ civînek li dar xist
11 hezîran, 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), di civînê de çalakgerên jin, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên serbixwe û endamên jin ên MSDˊê beşdar bûn.

Di civînê de têgeha îslama siyasî hat pênasekirin, rola jinan li dijî diyardeya îslama siyasî û dûrxistinê hat şîrovekirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû. Ji wan ên girîng ev in; tedbîrên guncaw ji bo sînordarkirina cudahbûnê û dûrxistina jinan ji jiyana siyasî, giştî werin girtin, têgîna newekheviya di navbera mêr û jinan de di tevahî jiyanê de were têkbirin. Li kêlek wê jî jiyana civakî û çandî yên têkildarî reftarên mêr û jinan de werin guhartin.

(fr)