Meclisa Jin a Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê civîna salê li dar xist

Meclisa Jin a Edaleta Civakî ya kantonên Reqa û Tebqayê di civîna xwe ya salane de diyar kir ku xurtkirina jinê bingeha rastîn a pêkanîna edaleta civakî û avakirina civaka demokratîk e, azadiya jinê deriyê azadiya tevahî civakê ye.

21 kanûn, 2025   22:18
REQA

Meclisa Jin a Edaleta Civakî ya kantonên Reqa û Tebqayê civîna xwe ya salane li hola Akademiya Şehîd Şêrnaz a kantona Reqayê bi dirûşmeya "Xurtkirina jinê bingeha edaleta civakî û civaka demokratîk e" li dar xist. di civînê de endamên meclisê yên her du kantonan, nûnerên ji Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, hevseroka meclisa Gelan a kantona Reqayê Fehîme El Casim amade bûn.

Civînê bi deqeyek bêdengê dest pê kir, piştre endama Meclisa Jin a Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê Emîra Hemo perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Dûre endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Mizgîn Cotkar diyar kir ku ji ber berdewama şer li herêm jin bûne qurbanê yekemîn.

Li ser xebatên meclisê sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Piştî sînevîzyonê, endama Meclisa Jin a Edaleta Civakî Nesrîn Camûs li ser rewşa civakî axivî û diyar kir ku jin di dirêjahiya dîrokê de û heta roja îro tewareya bingehîn a mozaîka civakan e, lê ji ber zihniyeta baviksalarî û pergalên civakî û siyasî hatin paşguhkirin.

Nesrînê diyar kir ku hîna jinên li kantonên Reqa û Tebqayê rûbirûyî zehmetiyên mezin ên wekî mehrûmkirina ji mafên xwe yên bingehîn in.

Nesrînê rapora rêxistinê ya meclisê xwend, di raporê de behsa rola jinan di warê edaletê de ku roleke sereke li dijî gendeliyê û başkirina performansa sîstema dadweriyê û avakirina baweriyê di nava saziyên dadweriyê de lîst, hate kirin.

Li gorî rapora rêxistinî meclis li Reqa û Tebqayê erkên xwe di çarçoveya rêxistinî de didomîne. Meclis ji 8 endaman ku di komîteyên Meclisa Edaleta Civakî de dixebitin pêk tê, hejmara dadgeran jî 13 ne û li nava desteyên edaleta civakî yên Reqa û Tebqayê hatine bicihkirin û 49 endamên rêveber di Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê de dixebitin.

Di civînê de encamname hat diyarkirin û ji hêla endama rêveber a Komîteya Lihevanînê ya Reqa û Tebqayê Fatme Mihemed ve hat xwendin û wiha ye:

Pêşxistina hişmendiya civakê li ser pirsgirêkên jinan û qanûnên ku piştgiriyê didin wan.

Piştgiriya beşdariya jinan di sîstema dadweriyê de û xurtkirina rola wan a profesyonel.

Bihêzkirina jêhatiyên jinan û veberhênana pisporiya wan di warên curbicur ên xebata dadweriyê de.

Pêwîstiya dabînkirina jîngeheke xebatê ya piştgir û teşwîqker ji bo jinan di nav saziyên dadweriyê de.

Rakirina pêşniyaran ji aliyên peywendîdar re ji bo çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên ku jin di warê dadweriyê de pê re rû bi rû dimînin.

Xurtkirina asta hevkariya hevbeş di navbera meclis û saziyên eleqedarî karûbarên jinan.

(ac/fr)

ANHA