Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne

Hat ragihandin ku saziyên girêdayî îstixbarata Tirkiyê, ku di bin navê konsulxaneya Tirkiyê ya li Helebê de dixebitin, akademîsyen û profesorên zanîngehê tînin ba xwe da ku ramanên çand, ziman û çanda Tirkî belav bikin. Ev yek bûye sedema girtina Beşa Wêjeya Farisî û vekirina Beşa Wêjeya Tirkî li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê.

Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
Îstixbarata Tirkiyê li Helebê akademîsyenan ji bo siyasetên xwe bi kar tîne
22 kanûn, 2025   02:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re ragihandin ku saziyên girêdayî îstixbarata Tirkiyê, ku di bin navê konsulxaneya Tirkiyê ya li Helebê de dixebitin, çand, raman û zimanê Tirkî belav dikin û nîşan didin ku "Heleb barekî dîrokî yê Tirkiyê ye".

Çavkaniyek ji Zanîngeha Helebê ragihand ku hewldanên wergirtina akademisyenan bi rêya dayîna pereyan ji bo van kesan tê kirin. Li beramberî wan pereyan ji wan tê xwestin raman û çanda Tirkî belav bikin. Çavkaniyê destnîşan kir ku ev kiryar bû sedema girtina Beşa Wêjeya Farisî û vekirina Beşa Wêjeya Tirkî li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê.

Di Mijdara borî de, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku zimanê Tirkî niha li gelek bajarên Sûriyeyê wekî zimanekî duyemîn tê bikaranîn.

Li gorî agahiyên taybet, Tirkiyê bi dehan rêxistin fînanse kiriye da ku baregehên xwe bibin Helebê, ku Enqere li gorî Mîsaqa Millî helebê weke beşek ji "împaratoriya xwe ya dîrokî" dibîne.

Ev rêxistin, ku di bin navê xebatên alîkariyê de dixebitin, wekî amûrên sereke têne bikaranîn da ku polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyê bicîh bînin û bandorê li raya giştî ya li Helebê bikin.

Ji van saziyan saziya bi navê "Rêxistina Mîsaq a Sivîl" heye, ku bi rêya panel û çalakiyên wêjeyî û helbestê dixebite. Her wiha "Rêxistina Zada", ku navenda wê li avahiya berê ya Yekîtiya Xwendekarên Sûriyeyê li taxa Ezîziye ya Helebê ye, û tenê ala Tirkiyê li ser avahiya xwe hildaye. Ev rêxistin her wiha bi rêya kursên belaş û belavkirina qirtasiyê û alîkariyê zimanê Tirkî belav dikin.

LI DIBISTNÊN XIRISTYANAN BANGEŞEYA OLA ÎSLAMÊ DIKIN

Mamosteyek li Rêveberiya Perwerdehiyê ya Helebê, ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku rêxistinên Tirkî, di nav de IHH (Weqfa Alîkariya Mirovî), çend dibistanên dîrokî yên li bajêr, bi taybetî dibistanên El Me'mûn û El Quds, bi şêwaza Tirkî, nûjen kirine û bi saziyên olî ve girêda ne. Mamoste destnîşan kir ku li van dibistanên rûniştinên ola Îslamê tên lidarxistin ku ji hêla komên girêdayî Tirkiyeyê ve têne birêvebirin. Her wiha da zanîn ku ev bangeşeya olî li hin dibistanên xiristyanan jî tê kirin, wekî Dibistana Meryem Edra ya xiristyanan.

FERMAN HEMÛ DI DESTÊ ŞÊX DE NE

Mamoste diyar kir ku hin kesayetên olî ku weke Şêx tên naskirin van dibistanan bi rê ve dibin, hemû ferman di destê van şêxan de ye û eger karmendên dibistanan li gorî fermanên wan tev negerin,  ji kar têne derxistin an bi awayekî keyfî bo deverên din têne veguhestin. Ev kesayet rasterast rapora xwe didin "Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî", ku di Adara borî de bi fermî hate damezrandin.

(k)

ANHA