Trump li ser êrişa DAIŞ’ê peyamek belav kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrişa li Suriyeyê dijî leşkerên Amerîkî peyamek belav kir û got; “Wê bersivek tund were dayîn.”

Trump li ser êrişa DAIŞ’ê peyamek belav kir
14 kanûn, 2025   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li nêzîkî Tedmurê ya li çola Sûriyeyê, li dijî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî êriş pêk hat. Berdevkê sereke yê Pentagonê Sean Parnell ragihand ku di êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li çolistana Sûriyeyê de 2 leşkerên Amerîkî û wergêrvanek sivîl yê Amerîkî hatine kuştin. Herwiha tê gotin 3 leşker jî birîndar bûne.

Serokê Amerîkayê derbarê êrişê de peyamek belav kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê fermî peyamek belav kir û êrişa çeteyan bi tundî şermezarkir. Trump ji bo birîndaran şîfa xwest û got; “Ev êrişeke DAIŞ’ê bû li dijî Amerîka û Sûriyeyê, li herêmeke gelekî metirsîdar a Sûriyeyê ku bi temamî di bin kontrola wan de nîne.”

Trump di dewama peyama xwe de diyarkir ku wê tolhildaneke gelekî cidî hebe.