Meclisa Îslamî ya Elewî bang li civata navneteweyî kir: Demildest destwerdanê bike

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê binpêkirinên li dijî Elewî, Durzî, Kurd û pêkhateyên din şermezar kirin, hikumeta demkî berpirsa tevahî tundiyên sîstematîk nîşan da û bang li civata navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan demildest destwerdanê bikin.

Meclisa Îslamî ya Elewî bang li civata navneteweyî kir: Demildest destwerdanê bike
9 ÇILE, 2026   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporayê bi daxuyaniyekê binpêkirinên xeternak, lez û xwînrijandina rojane, di nav de jî girtin, qetilkirin, şewitandin û revandina jinan, êrişa barbarî li dijî Elewî, Durzî û Kurdan û pêkahteyên din bi tundî şermezar kir.

Meclisê da zanîn ku ev terora birêxistinkirî ji hatina "desthilata defakto" li ser desthilatê ve, bi bûyera 7ˊê Adarê re li dijî Elewiyên li peravê dest pê kir û heta roja îro dewam dikin. Komên desthilata defakto ji perava Sûriyeyê dest pê kir, dûre li dijî Duziyên li Siwêdayê, îro jî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dijwarî topbaran dikin, da ku "birayên me yên Kurd" koçber bikin, guhertineke demografîk a bi darê zorê ferz bikin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku zêdebûna terora birêxistinkirî, xîtaba kîndarî û tehrîdkirinê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê yên resen gefeke hebûnê ye û welat ber bi teqîneke navxweyî ya giştî ve dibe. Meclisê anî ziman ku dibe ku bandora êrişan sînorê Sûriyeyê derbas bike, gefan li ewlehî û aramiya herêmî û navnetewyî bixwin.

Meclisê diyar kir ku ew piştgiriya xwe ya tam ji birayên xwe yên Kurd û Durzî ne nîşan didin, biryardarî, helwest û seferberiya wan a li hember van êrişan silav dikin û got pêwîstî bi yekgirtina qadan û parastina rewa ya xak û welatiyan heye. Meclisê aliyên tundraw yên bi serkêşiya desthilata defakto û kesên pişgiriyê didin wan û çav li ser sûcên wan digirin, berpirsiyarên van êrişan û rewşa heyî ne.

Di dawiyê de Meclisê bangek lezgîn ji civata navneteweyî û tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî re kir ku divê bi awayekî aktîv û yekser destwerdanê ji bo parastina sivîlan bikin, agirbestek giştî û berfireh li tevahî xaka Sûriyeyê ragihînin.

Meclisê hişyarî li ser derengmayîna destwerdana navneteweyî kir û anî ziman ku wê karesatek mirovî û siyasî çêbe, firsetên aramiyê lawaz bikin û Sûriye wê şertgiriya kaos, tundî û parçebûnê bimîne.

(fr)