G7: Em piştgiriyê didin hikumeta ku hemû pêkhateyan hembêz dike

Dewletên G7 bang kir ku piştgiriyê bidin mafên jinan, pêkhateyên olî û etnîkî û serweriya Sûriyeya nû, her wiha bang li tevahî aliyan kir ku ewlehiya xaka Sûriyeyê, yekitiya nîştimanî biparêzin, rêzê ji serxwebûn û serweriya wê re bigirin.

G7: Em piştgiriyê didin hikumeta ku hemû pêkhateyan hembêz dike
12 kanûn, 2024   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên G7 bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne piştgiriyê bidin xebata veguhastina ber bi hikumeteke giştî û ne mezhebî li Sûriyeyê û bang li rêveberiya nû ya li welat kir ku piştgiriyê bidin mafên jinan, serweriya qanûn, kêmneteweyên olî û etnîkî.

Serokên dewletên G7 got ew amade ne piştgiriyê bidin ku hikumeteke pêbawer, giştî û nemezhebî li Sûriyeyê were avakirin.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo biryara bi jimareya 2254ˋan hat nîşandan û hat diyarkirin ku dewletên G7 amade ne bi hikumeta pêşerojê ya Sûriyeyê re ku li gorî van pîvanan be, hevkariyê bikin da ku yekbûna xaka Sûriyeyê were parastin û serweriya wê neyê binpêkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat got piştî hovitiya rejîma Esed bi dawî bû, ew li kêlek gelê Sûriyeyê ne, her wiha terror û tundrawî bi tevahî şêweyên wê hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de serokên dewletên G7 bang kir ku ji bo welatiyên ku ji welatê xwe reviyane, divê vegera ewle û birûmet were misogerkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku G7 ji dewletên weke Amerîka, Fransa, Kanada, Almanya, Brîtanya, Japonya û Îtalyayê pêk tê.

(mh)