Li Îranê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku li Îranê di meha Tebaxê de 23 jin hatine qetilkirin, bi kêmanî 10 çalakvanên jin hatine destgîrkirin û ceza li 11 jinan hatiye birîn.

Li Îranê di mehekê de 23 jin hatin qetilkirin
7 îlon 2024   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê têkildarî binpêkirinên mafên jinan ên li Îranê yên di meha Tebaxê de, raporek belav kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Tebaxê de herî kêm 10 çalakvanên jin hatine destgîrkirin. Her wiha cezayê girtinê li 11 jinan hat birîn ku 6 jê Kurd in.

Hate destnîşankirin ku her yazdeh çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ne û bi giştî 40 sal û 5 meh û 22 roj ceza lê birîne.

Li gorî raporê, 23 jin li bajarên cuda yên Îranê hatine qetilkirin. Der barê jinên hatine qetilkirin de jî hate diyarkirin ku 12 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 2 jin ji aliyê bavên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve û 6 jin jî ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin.