Meclisa Gelan a Reqayê civîna salê li dar xist

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Reqayê di civîna xwe ya salê de astengiyên rûbirûyî xebatê, beşdariya gel di biryardanê de, rola meclis û komîteyan di pêşxistina rêgezên demokrasiya civakî de nîqaş kirin.

24 kanûn, 2025   16:29
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk civîna xwe ya salane li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê li dar xist. Di civînê de endamên meclisê, nûnerên ji saziyên sivîl, nûnerên ji Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hevserokên Meclisa Rêber a kantona Reqa, Meşleb El Turkan û Hêvîn Îsmaîl, nûnerên ji Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û hevserokê Meclisa Gelan a Demorkatîk a Rêveberiya Xweser Kenan Berekat amade bûn.

Civînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre cîgira Hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelal Ceger rewşa siyasî ya giştî û herêmê nirxand.

Piştî nirxandina siyasî, cîgirê hevserokatiya Meclisa Gelan a kantona Reqayê Ebduselam Hemesork perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên birêxistinkirina gelan û çareseriya krîza Sûriyeyê xwendin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Gelan a kantonê Xezne El Mihemed raporên girêdayî rewşa gel, rewşa rêxistnî, qanûn û biryarên meclisa gelan xwendin. Dûre sînevîzyonek li ser xebatên meclisê hat pêşandan.

Dûre beşdaran nêrîn û pêşniyarên bi armanca pêşxistina mekanîzmayên xebatê, berfirehkirina xeleka beşdariya gelan di birêvebirina karûbarên xwe de pêşkêş kirin.

Di dawiyê de plansazî hat diyarkirin:

Birêxistinkirina civînên girseyî, panelên diyalogê û foruman ji bo şopandina rewşa gel, diyarkirina siyaseta giştî di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de.

Danîna bernameya taybet bi hevkariya meclisên bajêr re, bicihanîna Hevpeymana Civakî di warê jinûve birêxistinkirina komînan û mekanîzmaya aktîvkirina wan de.

Lezkirina pêkanîna Qanûna Dabeşkirinên Îdarî bi rêya girêdana her du Meclisa Xeta Başûr û Rojava bi Meclisa Bajarê Reqayê ve.

Şopandina avakirina Meclisên Rehendan ên ku hîna nehatine avakirin li gorî bicihanîna Hevpeymana Civakî.

Jinûve sazkirina pergalên hundirîn û desteyên wê li gorî Hevpeyaman Civakî.

Guhertina rêziknameya Meclisa Gelan a kantona Reqayê li gorî Hevpeymana Civakî û qanûna sererastkirin.

Aktîvkirina rola komîteyên şopandinê bi awayekî berfireh ku tevahî desteyan bigire nava xwe.

Vekirina dewreyên perwerdê yên girtî û vekirî, şîrovekirina Hevpeymana Civakî bikeve bernameya dewreyan.

(fr)

ANHA