Hêzên hikumeta Şamê êrişî navendên çeteyan kir

Balafirên bêmirov ên hikumeta Şamê navendên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li gundewarên Heleb û Hemayê bombebaran kirin. Di encamê de 2 çete birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê êrişî navendên çeteyan kir
15 nîsan, 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 5 balafirên xwekuj ên hikumeta Şamê êrişî navendên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiriye.

Li gorî agahiyên ku SOHR`ê parve kirine, êriş li eniya rojhilatê Atarb û Kefer Eme yên li rojavayê Helebê û eniyên Xirbet Naqûs, gundê Qahra û Ziyare yên herêma deşta Xabê li rojavayê Hemayê çêbûye û di encamê de 2 çete birîndar bûne.

SOHR`ê da zanîn ku hemwextî wê tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên hikumeta Şamê li "herêma bêçek" hebû.

Her wiha SOHR`ê da zanîn ku çeteyên Tehrîr El Şam balafireke xwekuj a hikumeta Şamê li eniya Foca 46’an a rojavayê Helebê xistiye xwarê.

Beriya êrişê, hêzên hikumeta Şamê bajarokê Darit Ize û Tedîl ên li rojavayê Helebê bi tank û moşekan topbaran kiribûn.

(şx)