Meclisa Gelan a Demokratîk bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist

Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe de bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist.

Meclisa Gelan a Demokratîk bi boneya cejna Remezanê efûyek derxist
6 nîsan, 2024   13:22
REQA

Meclisa Gelan Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya 96`an li dar xist. Desteya hevserokatiyê, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, Meclisa Edaleta Civakî ya herêmê tev li civînê bûn. Civîn li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê li dar ket.

Di civînê de meclisê biryareke efûyê erê kir ku li gorî wê sûcên ji bilî sûcên terorê û destavêtinê ku beriya 06.04.2024`an hatine kirin, tên efûkirin.

ANHA