Hêzên Rizgariya Efrînê: 9 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku di çalakiyên wan de 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê: 9 çete hatin kuştin
6 nîsan, 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bê navber dewam dikin û li hember wan êrişan çalakiyên şervanên wan didomin.

Li gorî daxuyaniya HRE’yê, encamên çalakiyan wan ên dawîn wiha ne:

8`ê Adarê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di xeta navçeya Şera de xwe nêzî xeta temasê kir. Hêzên me bersiv da û di encamê de 2 çete reviyan û çeteyek jî hat kuştin.

12`ê Adarê li xeta Marê çalakiyeke serdegirtinê hat lidarxistin, di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.

20`ê Adarê li bajarê Ezazê li ser bendeke çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

24`ê Adarê li xeta Ezazê çalakiyeke din a seregirtinê hat lidarxistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de çalakiyeke din a taybet hat lidarxistin ku di encamê de wesayîtek û motorsîkletek hat îmhakirin.

25`ê Adarê li xeta Ezazê çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyekî dagirker hat kuştin.

1`ê Nîsanê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke sekvanî li dijî sekvanekî çeteyên dagirker li dar xist, di encamê de çeteyek hat kuştin.

2`yê Nîsanê li xeta Meryemînê ya navçeya Şera hêzên me çalakiyeke taybet li dar xist, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. Dîsa di xeta Marê de çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 9 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn. 2 wesayît û motorsîklêtek hatin rûxandin.”