YPJ: Fermandarek û şervaneke me şehîd bûn

YPJ’ê ragihand ku 3’yê Nîsanê di êrişeke artêşa dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê de şervana wan Arîn Kobanê û fermandara wan Sorxwîn Celal şehîd bûne.

YPJ: Fermandarek û şervaneke me şehîd bûn
6 nîsan, 2024   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanek û fermandareke wan di êrişa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hevrêyên me  Arîn Kobanê û Sorxwîn Celal di encama êrişa hewayî ya dewleta dagirker û faşîst a Tirk de şehîd bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî şervan, pêşeng, welatparêz û kedkarên şoreşê didomîne û hate gotin: “3’yê Nîsanê li Kobanê hevrêyên me Arîn Kobanê û fermandar Sorxwîn Celal şehîd bûn. Em li beramberî bîranîn û keda van hevrêyên xwe bejna xwe ditewînin. Wan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Ji malbatên wan yên welatparêz, gelê xwe û hemû şervanan re sersaxiyê dixwazin û didin diyarkirin ku dê tola wan yek bi yek were hilanîn.”

Her wiha hate gotin: “Hevala me Arîn Kobanê di malbateke welatparêz û dilsozê dozê de hate dinyayê û bi vê çandê jî mezin bû. Di temeneke ciwan de jî di nav têkoşîna şoreşê de cih girt û bû yek ji kedkarên jêhatî yên şoreşa azadiyê. Bi feraseta parastina gelê xwe, bi pîvanên milîtanî beşdarî hemû hemle û erkan bû û wiha jî pêşengiyeke xurt da meşandin.

Hevala me Sorxwîn Celal ku ji eşîra Pinyanişî ya welatparêz li Çelê hate cîhanê, bi çanda resen a kurdewarî mezin bû. Ew ji kaniya welatparêziyê xwe perwerde kir û çawa ku li kolanên Çelê li dijî hêzên dagirker di zarokiya xwe de di serhildanan de aktîf cih girt. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştevaniya dewleta faşîst û qirker a Tirk êrişê Kobanê kirin, berê xwe da bajarê berxwedanê. Hevala me Sorxwîn di sala 2014’an tevlî berxwedana Kobanê bû û heya kêliya şehadeta xwe di hemû pêngav û hemleyên şoreşgerî de bi wêrekî û fedakariyeke mezin cih girt. Di hemleya Tilberak û Tilhemis heya şerê li Hesekê û Serêkaniyê, tim li eniya pêş û bi rola pêşengtî rabû û bi awayeke wêrek û dilsoz tevlî bû. Fermandara me Sorxwîn Celal di şer de bi caran birîndar bû û çaveke xwe jî wenda kir û bû gaziyeke şoreşê. Fermandar Sorxwîn ku fermandareke dilmezin bû, karî her şervan û hevaleke xwe di dilê xwe de bi cih bike. Bi mutewazîtî û sebira xwe hate nasîn.  Ji hêla hemû hevalên xwe ve hate hezkirin û şopeke pir kûr li ser her hevaleke xwe da çêkirin.

Em dubare ji malbat û gelê xwe re sersaxî dixwazin û vê destnîşan dikin ku emê li ser rêç û armancê hevrêyên xwe yên şehîd têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê ala ku wan rakir û niha jî dewrî me kir, bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ji gelê xwe jî dixwazin ku xwe li doza şehîdên xwe xwedî derkevin. Li beramberî lîstok û êrişên xayînane yên dijmin bi şiyarî nêz bibin û bertekên di cih de raber bikin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Sorxwîn Celal
Nav û Paşnav: Vahîde Atalay
Navê Dayîkê: Hûzeycan
Navê Bav: Haci
Cih û Dîroka Şehadetê: 03.04.2024

***

Nasnav: Arîn Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 03.04.2024