Meclisa Gel a Sûriyeyê dê îro li ser rêziknameyên xwe yên navxweyî deng dide

Meclisa Gel a Sûriyeyê îro di rûniştineke girtî de, ku duyemîn rûniştina meclisê ye, li ser reşnivîsa rêziknameyên xwe yên navxweyî deng dide.

Meclisa Gel a Sûriyeyê dê îro li ser rêziknameyên xwe yên navxweyî deng dide
26 tîrmeh, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel a Sûriyeyê amadekariyên xwe dike ku îro di rûniştina duyemîn a meclisê de, ku biryar e girtî were lidarxistin, li ser reşnivîsa rêziknameyên xwe yên navxweyî deng bide.

Serokê meclisê biryarnameyek derxistibû ku komîteyek ji 17 endaman pêk dihat ji bo amadekirina rêziknameyên navxweyî saz bike. Komîteyê hefteya borî 4 civîn li dar xist da ku li ser bendên reşnivîsê gotûbêj bike.

(k)

ANHA