Guterres dê li Meclisa Gel a Sûriyeyê biaxive

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, diyar kir ku Sûriyeyê di qonaxek ji nû ve avakirinê re derbas dibe ku derfetên avakirina dewletek aram pêşkêş dike. Guterres dê serdana xwe bi axaftina li Meclisa Gel biqedîne.

Guterres dê li Meclisa Gel a Sûriyeyê biaxive
26 tîrmeh, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê NY`ê António Guterres roja Şemiyê gihîşt paytexta Sûriyeyê Şamê. Di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de bi Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî, Asaad El Şaybanî re, Guterres diyar kir ku serdana wî ya yekem a Sûriyeyê ji dema ku dest bi kar kiriye û yekem serdana Sekreterê Giştî yê NY` di 17 salên dawî de, girîngiya vê qonaxa krîtîk ji bo welêt nîşan dide. Guterres baweriya xwe bi hêza gelê Sûriyeyê ya derbaskirina bandorên şer û avakirina siberoke aramtir anî ziman.

Sekreterê Giştî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide hewldanên vejîna Sûriyeyê û da zanîn ku welat dikeve qonaxek nû ku derfetên ji bo ji nû ve avakirinê û xurtkirina aramiyê piştî salên pevçûnê pêşkêş dike.

Guterres diyar kir ku piştgiriya Sûriyeyê dê veberhênanekê di ewlehî û aramiya herêmî de pêk bîne.

Serdana Guterres bo Şamê îro bi hevdîtinên bi nûnerên civaka sivîl, komên jinan û nûnerên pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê re berdewam dike.

Biryar e ku Guterres serdana xwe roja Duşemê bi axaftinekê li pêş Meclîsa Gel a Sûriyeyê ya nû bi dawî bike.

(k)