Li Çeçenistanê dronekê burcek bombebaran kir

Li Grozniyayê paytexta Çeçenistanê dronekê êrişî avahiyekê ku tê de nivîsgehên hikumetê hene kir, di encamê de şewatek berfireh çêbû.

Li Çeçenistanê dronekê burcek bombebaran kir
5 kanûn, 2025   20:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Rûsyayê, diyar kir ku îro li Komara Çeçenistanê ya Rûsyayê droneke avahiyek ku tê de nivîsgehên hikumetê hene bombebaran kir, bi wê re şewat li gelek qatan çêbû. 

Ukrayna bi awayekî dubare Komara Rûsyayê ya li Qefqasyayê bombebaran dike, lê kêmcaran dron digihîjin deverên bajaran û naverasta paytextê.

Ne desthilatên xwecihî ne jî Fedraliya Rûsyayê daxuyanî nedan, lê tora RTˊê ku agahiyên xwe dispêre saziyên înfaza qanûnê da zanîn ku dronek Ukraynayê êriş pêk aniye, lê tu agahiyên der barê qurbaniyan de nehatin zelalkirin.

Ajansa balafirvaniyê ya Rûsyayê "Rosaviatsiya" ji ber fikarên ewlehiyê yên çend demjimêran dom kir, îro balafirgeha Grozniyê girtibû.

Medyayên Rûsyayê jî bi bîr xist ku di avahiyê de Meclisa Ewlehiyê ya Çeçen heye û ji navenda bicihbûna kadyrov 800 metre dûr e û li kêlek şaxê xwecihî ya Saziya Ewlehiyê ya Federal a Rûsyayê ye.

(fr)