Li Dêrazorê şaneyeke DAIŞˋê hat bêbandorkirin

QSDˋê ragihand ku li gundewarê kantona Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞˋê têk bir û çete girtin.

Li Dêrazorê şaneyeke DAIŞˋê hat bêbandorkirin
14 mijdar, 2024   22:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan di serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞˋê li tevahî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dikin.

Navenda aşkera kir ku Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) duh di operasyoneke ewlehî li gundê Wadî El Ehmed ê li bakurê Dêrazorê de şaneyeke çeteyên DAIŞˋê hedef girt.

Navendê diyar kir ku piştî hêzên lêpirsîn û şopandina xwe li ser çalakiyên terorane yên şaneyê temam kirin, cih û veşartgeha wê diyar kir. Her wiha hêzan dever dorpêç kir û banga li wan kir ku xwe radest bikin, bi wê re 2 çete ji şaneya terorîst hatin girtin.

Hêzan di operasyonê de çek, cebilxane û alavên peywendiyê dîtin û desteser kirin.

(fr)