Meclisa Bilind a Elewî: Hikumeta veguhêz li hemberî teqîna Humsê berpirsiyar e

Meclisa Bilind a Elewî teqîna terorî ya li mizgefta Elî Bin Ebî Talib a li Humsê şermezar kir û li hemberî wê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsiyar nîşan da. Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê ji bo parastina sivîlan bike.

Meclisa Bilind a Elewî: Hikumeta veguhêz li hemberî teqîna Humsê berpirsiyar e
26 kanûn, 2025   21:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Bilind a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê bi daxuyaniyekê teqîna terorî ya li mizgefta Elî Bin Ebî Talib a li taxa Wadî El Deheb a bajarê Humsê ku di encamê de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, şermezar kir.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev êriş berdewama terorîzma li dijî pêkhateya Elewî ye, terorîzma ku bi rêya koçberkirin, kuştin, birçîkirin, revandin û zimanê nefretê dihat meşandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş ji êrişên berê ne cuda ye bi taybetî hedefgirtina leşkerên Amerîkayê li Tedmurê û teqîna li dêra Mar Îlyas a Şamê.

Meclisê di daxuyaniyê de li hemberî van sûcan hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsiyar nîşan da û diyar kir ku ev bûyer encama siyasetên paşguhkirin û provakasyon û tundiyê yên hikumeta veguhêz in.

Meclisê bang li civata navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên navneteweyî û xwediyên biryarê kir ku ji bo parastina berava Sûriyeyê, pêkanîna biryara 2799 û avakirina sîstemeke niştimanî ya siyasî li gorî federalî û nenavendîbûnê, kir.

Di dawiya daxuyaniyê de hişyarî ji domandina van sûcan hat kirin û hat gotin ku li hemberî domandina van sûcan bertek û helwest ê werin nîşandan ji ber ku sînorên sebra li hemberî xwînê hene û rûmeta gelan nikare heta hetayê binpêkirî bimîne.

(mh)