Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê General Mazlûm Ebdî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî civiyan
16 hezîran, 2026   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mazlûm Ebdî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li Sûriye û herêmê, rewşa Kurdan û pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê, hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevkirina di navbera partiyên Kurd de, yekrêzî û hevkariya bi Şamê re hatin nîqaşkirin.

Herdu aliyan giringiya berdewama diyalogê, parastina aramiyê û misogerkirina aştiyê li herêmê û her wiha şerê li dijî gefên terorê û bipêşxistina yekrêziyê ji bo parastina aştiyê, anîn ziman.