Mazlûm Ebdî tawanên "parçebûnê" derewandin: Em piştgiriyê didin hikumeta Şamê

Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî hemû îdiayên ku dibêjin hêzên wan hewldana parçebûn û dabeşkirina Sûriyeyê dikin, derewandin.

Mazlûm Ebdî tawanên "parçebûnê" derewandin: Em piştgiriyê didin hikumeta Şamê
19 ÇILE, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew, li ser bingeha wekheviya di nava Sûriyeyiyan de ji aliyê maf û erkên wan bêyî cudahî, bi yekitiya Sûriye, xak û pêkhateyên gelê wê tevahî re ne.

Mazlûm Ebdî ji ajansa me re der barê mijarê de wiha got: "Ji bo bersivdana hemû kesên ku me bi parçebûn û dabeşkirina Sûriyeyê tohmet dikin, em careke din diyar dikin ku em li gorî rêgezên xwe yên sabit tev digerin. Em, li gorî bingeha wekheviya di nava tevahî sûriyeyiyan de di maf û erkên wan de bêyî cudahî, bi yekitiya Sûriyeyê, xak û tevahî pêkhateyên gelê wê re ne. "

Ebdî wiha domand: "Em piştgiriya hikumeta Şamê dikin û berfirehkirina rêveberiya dewleta Sûriyê pêşwazî dikin ku em ê bibin beşek li ser tevahî xaka welat."

Her wiha Ebdî wiha domand: "Em, weke sûriyeyiyan û li ser bingeha hevkarî ne jî kotayan, amade ne bi hemû hêz û saziyên xwe tev li saziyên dewletê bin."

Fermandarê QSDˋê Mazlûm Ebdî anî ziman ku dewlemendiyên binerd milkê tevahî Sûriyeyiyan in û wiha pê de çû: "Em amade ne van dewlemendiyan bixin bin çavdêriya hikumeta Şamê da ku bi awayekî adilane, li gorî îstîqrar û bextewariya Sûriyeyiyan, belav bike."

Ebdî di dawiyê de got: "Ji bo pêkanîna van mijaran pêdivî bi nexşerêyekê heye ku em bi rêveberiya li Şamê re li ser li hev bikin. Da ku em gavên lezgîntir biavêjin."

(fr)

ANHA