Nûnerên Karên Derve yên Almanya û Fermandariya Giştî ya QSDˋê hevdîtin kir

Gerînendeyê Rojhilata Jêrîn û Navîn û yê Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel di hevdîtina xwe ya ligel Fermandariya Giştî ya QSDˋê got ê herî baş dikarin maf û berjewendiyên Kurdên li Sûriyeyê bi diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê were sazkirin.

Nûnerên Karên Derve yên Almanya û Fermandariya Giştî ya QSDˋê hevdîtin kir
19 ÇILE, 2025   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Rojhilata Jêrîn û Navîn û yê Bakurê Afrîkayê yê Wezareta Karên Derve yê Almanyayê Tobias Tunkel li ser hesabê yê dezgehên civakî hevdîtina xwe ya bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re û wêneyên wê parve kirin.

Ji wêneyên xuya dibe ku hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî û endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn re pêk hat.

Tunkel li ser hesabê xwe got, "Dikare maf û berjewendiyên Kurdên li Sûriyeyê bi awayekî baştirîn bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyî ligel Şamê were sazkirin."

Tobias Tunkel wiha domand: "Dozên lezgîn dikarin bi rêya peywendiyên yekser di navbera Fermandariya QSDê û HTŞˋê de werin çareserkirin. Her wiha me hewldanên berdewam ên hevbeş ên dijî DAIŞˋê jî nîqaş kirin."

(fr)

ANHA