Mazlum Ebdî: Li Minbicê ji bo agirbestê lihevkirin çêbû

Fermandarê Gişti yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî diyar kir ku di encama hevdîtinên bi navbeynkariya hêzên navnetewî ji bo Minbicê di mijara agirbestê de lihevkirin çêbûye. 

Mazlum Ebdî: Li Minbicê ji bo agirbestê lihevkirin çêbû
11 kanûn, 2024   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlum Ebdî têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya media dijîtal (X) peyamek belav kir û ev agahî parve kirin: 

“Di demeke ku li bajarê Minbicê berxwedana şervanên me ji bo rawestandina berfirehkirina êrişên li rojavayê Firatê berdewam dikin de, bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo ewlekarî û parastina sivîlan rêkeftinek agirbestê pêk hatiye. 

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku ji 27’ê Mijdarê ve li dijî êrîşan li ber xwe didin, dê di demek kurt de ji herêmê vekişin.

Armanca me ew e ku em agirbestê li tevahiya xaka Sûriyeyê pêk bînin û ji bo pêşeroja welat bikevin nava pêvajoyeke siyasî.”

(a)

ANHA