YE: Bêaramiya li Sûriyeyê metirsiyê dide Ewropayê

Reuters’ê diyar kir ku di belgeyeke YE’yê de hatiye diyarkirin ku ji ber rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê dibe ku komên cîhadî derkevin û îhtîmal e ber bi Ewropayê ve biçin.

YE: Bêaramiya li Sûriyeyê metirsiyê dide Ewropayê
12 gulan, 2025   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di belgeyeke hundirîn a Yekitiya Ewropayê (YE) de, ku ajansa Reuters’ê naveroka wê bi dest xistiye, hat diyarkirin ku rewşa Sûriyeyê metirsiyê ji bo Ewropayê metirsiyê çêdike û di belgeyê de hişyarî hat dayîn ku asta metirsiya "terorê" di hundirê YE’yê de hîna bilind e.

Di belgeyê de hat diyarkirin ku dibe ku ji ber rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê komên cîhadî ji nû ve xwe rêxistin bikin û ber bi Ewropayê ve biçin an jî tundrawên li Ewropayê ji dûr ve çalak bikin.

(mh/fr)