Li Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê beşên nû hatin vekirin

Rêveberiya Nexweşxaneya Gel a Qamişlo bi alîkariya Rêveberiya Xweser beşên nû li nexweşxanê vekirin, binesazî çêkirin, odeyên emeliyatan ên nû û alavên nûjen amade kirin.

19 tebax, 2026   11:42
QAMIŞlO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Di dema rejîma Baas de li Nexweşxaneya Gel a Qamişlo (Nexweşxaneya El Wetenî ya Qamişlo) gelek pirsgirêkên binesazî derketibûn û cîhazên nûjen ên li nexweşxanê hene, xira bibûn. Rêveberiya nexweşxanê bi alîkariya Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xizmetguzarî û tenduristiyê yên nexweşxanê çareser kir. 

Odeyên emeliyatê hatin amadekirin, pirsgirêkên binesaziyên hatin çareserkirin û alavên nûjen ên xistibûn depoya nexweşxanê çêkirin. Alava nêrandina li hinav, alava nêrandina li zik, alava nêrandina li pişikê, alavê tomografiya (CT), alava ERCP û alavên tenduristiyê yên dîtir çêkirin û xistin xizmeta welatiyan de.

Her wiha rêyên hewş û parka nexweşxanê paqijkirin û jeneratorekî mezin danîn nexweşxanê ji bo 24 saetan di xizmetê de be.

Gerînendeyê Nexweşxaneya Gel a Qamişlo (Nexweşxaneya El Wetenî ya Qamişlo) Dr. Ciwan Hemê derbare rewşa nexweşxanê ya berê û xebatên vê dawiyê yên çêkirina nexweşxanê ji ANHA`ê re axivî. 

Hemê got: "Piştî rûxandina sîstema Baas em nexweşxanê bi rê ve dibin, nexweşxane gelekî hatibû paşguhkirin, gelek çop li nexweşxanê hebû, pirsgirêkên kanalîzasyonê hebûn û zivistanê ava baranê diket nexweşxanê û pêdiviya nexweşxanê bi derî û pencereyan hebû."

Hemê anî ziman ku Rêveberiya Xweser li gorî derfetên heyî pirsgirêkên nexweşxanê çareser kir û wiha pê de çû: "Me pirsgirêkên binesaziyê çareser kir, hinek beşên tenduristiyê amade kir û alavên nûjen ên xistibûn depoyan çêkir û xiste xizmetê de. Odeyên emeliyatan hatine amadekirin û nexweşxane êdî emeliyatên cîrahî pêşwazî dike. Her wiha me parka nexweşxanê paqijkir û jeneratorekî mezin danî nexweşxanê."

Derbarê alavên nûjen de Dr. Hemê wiha got: "Me alava ERCP çêkir û da bi kar anîn, alava nêrandina li hinav, alava nêrandina li pişikê, alava nêrandina li zik amade kir û niha têne bikaranîn. Niha li nexweşxanê emeliyata bewasîr, werîs, zirav û fitiq dikin, bi rêya alavan li hinav, pişik, zik, rehmê jinan diner in."

Li Qamişloyê kilînkên derve yên Nexweşxaneya Gel a Qamişlo hene û Dr. Hemê got: "Li van klînkên derve yên nexweşxaneyê pirsgirêkên hundirîn, ên jinan, guh û hwd dinêrin û derman dikin. Her wiha gelek bijîşkên pispor û yên li fakûlteya bijîşkî ya Zanîngeha Rojava xwendine li nexweşxanê hene."

Ji bo beşê çav ên klînkên derve got niha naxebitê ji ber alavê nêrandina li çavan xirabûye û rêveberiya nexweşxanê ji Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê daxwaz kiriye ku alavê nêrandina li çav peyda bikin û ew klînkên derve dîsa têkevin xizmetê de.

Dr. Hemê diyar kir ku dermankirina nexweşxan belaşe û wiha got: "Piştî Rêveberiya Xweser nexweşxane bi rê ve dibe nexweş belaş têne dermankirin, weke şûştina gurçikan û rewşên awarete, lê tenê ji bo hinek nexweşiyan pereyên kêm ji nexweşan digirin. Hinek ji bijîşkan jî dildarî xizmeta welatiyan dikin."

Derbare hatina nexweşan li nexweşxanê Dr. Hemê got: "Derfetên me sînordar in, lê em rojane dikarin pêşwaziya sed nexweşî bikin. Her roj em zêdetirî 10 emeliyatan dikin, meha burî me pêşwaziya nêzî 21 hezar nexweşî kir."

Ji bo malbatên Şehîdan jî Dr. Hemê got ew malbatên şehîdan belaş derman dikin û divê malbatên şehîdan notekê ji Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo nexweşxanê bînin.

Di dawiyê de Dr. Ciwan Hemê wiha got: "Li nexweşxanê pirsgirêka stasyona oksîcênê heye û em nikarin beşê lênihêrîna giran ne amade ye û neketiye xizmetê de."

(np)

ANHA