Mamosteyên Dirbêsiyê bajarê xwe diparêzin

Mamosteyên bajarê Dirbêsiyê ji bo parastina bajarê xwe çek rakirin û diyar kir ku dê berxwedanê bidomînin. Her wiha got gelê Kurd yek beden û yek îrade ye.

 Mamosteyên Dirbêsiyê bajarê xwe diparêzin
22 ÇILE, 2026   15:56
HESEKÊ

Mamosteyên bajarê Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.

Daxuyanî li Dibistana Şehîd Roza Cûdî ji aliyê mamoste Zozan Erebo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji 9’ê Çileyê ve çeteyên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker desteka wan dike, êrişên xwe l ser gelê Kurd ê Rojava didomînin. Ev êriş wekî berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Di heman demê de ku ji bo pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Kurd e.”

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin: "Welatê bi berxwedanê û xwîna şehîdan hatine avakirin ne mimkun e ku ji aliyê çeteyên faşîst ve werin dagirkirin. Tevî êrişan jî şervanên me bi rihê fedaî berxwedana parastina gel dikin.”

Di daxuyaniyê de bêrêziya li hemberî cenaze û gorên şehîdan hatin şermezarkirin û hate gotin: "Lîstina bi cenazeyên şehîdan û keziyên wan tirsa dijmin nîşan dide.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro roja berxwedan, rûmet û roja parastina hebûna dîrokî ye û wiha hat bidawîkirin: "Em mamoste pêşengên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne. Em tevlêbûna xwe ya serferberiya giştî û piştgiriya bi QSD û YPJ’ê re nîşan didin. Em ê şopdarên xeta şehîdan bin û heya dawiyê li ber xwe bidin.”

(b)

ANHA