Malên wêrankirî li Kobanê jiyana şênî û zarokan xistiye nava metirsiyê 

Malên li ber hilweşînê yên li Kobanê ji sala 2014`an ve jiyana şênî û zarokan xistiye nava metirsiyê. Duh zarokekî di encama hilewşîna dîwarekî de jiyana xwe ji dest da. Daxwaz hene ku ew metirsî ji holê bên rakirin û ji bo parastina şêniyan rêkar pêk werin.

Malên wêrankirî li Kobanê jiyana şênî û zarokan xistiye nava metirsiyê 
Malên wêrankirî li Kobanê jiyana şênî û zarokan xistiye nava metirsiyê 
Malên wêrankirî li Kobanê jiyana şênî û zarokan xistiye nava metirsiyê 
Malên wêrankirî li Kobanê jiyana şênî û zarokan xistiye nava metirsiyê 
5 îlon, 2026   15:41
KOBANÊ
DICLE EHMED

Bandorên wêraniya ji ber şerê sala 2014`an hîn jî li hin taxên bajarê Kobanê tê dîtin. Malên talankirî bûne jêdereke xetereyê ya domdar a li ser şêniyan.

Duh (4 Îlon) zarokê bi navê Îbrahîm Adil Hebeş (11) ji ber ketina dîwarê maleke wêranbûyî li nêzî taxa El Sînaa ya bajarê Kobanê, jiyana xwe ji dest dabû.

û

Birayê Îbrahîm Hebeş û yek ji şêniyên taxê Şikrî Hebeş diyar kir ku ev mal ji sala 2014`an ve bi vî awayî ne û got: “Duh Îbrahîm bû, sibe em nizanin dê kî be. Ji bo çareseriyê bikevin nava tevgerê, beriya ku em zarokeke din bispêrin axê.”

Kurê apê Îbrahîm Hebeş Hind Hebeş daxwaz kir ku ji nû ve taxên zirar dîtine bi lez werin sererastkirin û got: “Mijar ne ji bo kêfxweşiyê ye, di demekê de ew avahî yên hilweşînê ne, ew bûye pêdiviyeke mirovî.”

Hebeş ji aliyên peywendîdar û şaredariyê xwest demildest serdana taxê bikin, ji xwediyên malên talankirî û yên ku li ber hilweşînê bixwazin ku wan sererast bikin, ji ber ku ew xetereyê li ser şêniyan çêdikin.

Hebeş daxwaz kir ku nîşaneyên hişyariyê li derdora avahiyên li ber hilweşînê deynin, nehêlin zarok nêzî wan avahiyan bibin, bi taybet avahiyên bilind ên netemamkirî û dîwarên wan xerab bûne.

(sb)

ANHA