Malbatên şehîdan: Divê tavilê agahî ji Rêbertî bê girtin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê diyar kir ku ew ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e û got:  "Divê tavilê agahî ji Rêbertî bê girtin."

Malbatên şehîdan: Divê tavilê agahî ji Rêbertî bê girtin
26 sibat, 2024   12:22
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û erdheja li navçeya Gemilê ya nêzî girîgeha Îmraliyê rû dabû, daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ji aliyê endama meclisê Derya Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkenceyê ku desthilata Tirk li Îmraliyê pêk tîne.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecîrdê hat rexnekirin û hate gotin, ev pergal li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Têkildarî erdheja 23’yê Sibatê li navçeya Gemlikê ya nêzî girtîgeha Îmraliyê rû dabû wiha hat gotin: "Em wek gelê Kurd li ser rewşa Rêberê xwe gelekî bi fikar e, ji ber heya niha me tu agahek rast ji tu sazî û parêzerên wî negirtine. Dewleta Tirk nahêlê malbat wî bibîne. Em dizanin ku dewleta Tirk wê her bixwaze vîna gelê Kurd bişkîne. Lê gelê me li dijî zîndanên we her serî hildide. Ji ber vê rewşa erdhejê em bang li CPT û saziyên mafên mirovan dikin ku demildest serdana Rêberê Gelê Kurd bikin û agahiyeke rast bidin gelê me. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin. "

(sş)

ANHA