TJK-E: Banga CPT kir ku çavdêriyên xwe ji raya giştî re parve bike

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bang li jinan hemûyan kir ku di 27'ê Sibatê de beşdarî çalakiya ya li Strasboûrgê bibin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin.

TJK-E: Banga CPT kir ku çavdêriyên xwe ji raya giştî re parve bike
26 sibat, 2024   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku 25 sal in di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî hebûna Kurdên azad bi her cûre rêbazên şerê taybet ên qirêj êrîş tê kirin.

Di daxuyaniyê de işaret bi daxuyaniya dawî ya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate kirin û hate gotin, "Di vê daxuyaniyê de eşkere bû ku di navbera 13-22'ê Sibata 2024'an de serdana hin girtîgehên li Tirkiyeyê kiriye. Di nava girtîgehên ku serdana wan kiriye qala Girtîgeha Girava Îmraliyê nehate kirin. Weke ku tê fêhmmkirin, şandeya CPT dema li Tirkiyeyê bû serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê nekir û hevdîtin bi Rêber Apo re nekir ku di nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de 35 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ev nêzîkatiya CPT ne li qedexekirina êşkenceyê ne jî li wezîfeyên xwe yên pêşîgirtina li êşkenceyê tê."

DI 27'Ê SIBATÊ DE BERÊ XWE BIDIN STRASBOÛRGÊ

TJK-E'yê destnîşan kir ku CPT bi bêdengiya xwe ya li hemberî kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Îmraliyê dibe hevkar ji vî sûcî re û hate gotin, "Em bang li CPT dikin ku tespît û çavdêriyên xwe yên li Îmraliyê bi raya giştî re parve bike û wezîfeya xwe bi cih bîne. Her wiha em bang li Konseya Ewropa û hin saziyên navneteweyî dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin. Li ser vê bingehê em jin, di 27'ê Sibatê de em ê careke din li Strasboûrgê çalakiyê bikin.

Di serî de jin, gelê Kurd û dostên wan li her devera cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyan dikin. Ji bo têkbirina komploya herî berfireh a dîrokê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe hÎn mezin bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiya 'Azadî ji Rêber Apo' re ya ku 27'ê Sibatê li Strasboûrgê bê lidarxistin banga tevlîbûnê li jinan hemûyan hate kirin.