Şênî gundê xwe hêşîn dikin

Şêniyên gundê Gewndekî Tayib ê navçeya Çilaxayê li dora kaniya gundê xwe darên fêkiyan diçînin û hewl didin dar û beran zêde bikin ku bi kêmbûna avê û qutkirina çeman re ji aliyê dewleta Tirk ve, tune bûbûn.

Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
Şênî gundê  xwe hêşîn dikin
20 nîsan, 2024   07:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Herêma Aliya ya di navbera Tirbesiyê, Girkê Legê û Çilaxayê de, bi kanî, bîr û xwezaya xwe ya bedew navdar e.

Piştî kêmkirina ava çeman ji aliyê dewleta Tirk ve û kêmbûna barîna baranê di çend salên dawîn de, gelek kanî miçiqîn û çem zuha bûn.

Di salên 1980 û 1990`î de tê bîra gelek şêniyan ku darên fêkî yên cuda li beravên çeman û dora kaniyan hatibûn çandin, mîna darên hejîr, bahîv, xox, hirmî û mişmişan, lê bi demê re ev dar nema dixuyin.

Bi barîna baranê re vê zivistanê, kanî ji nû ve derbûn. Yek ji wan jî Kaniya El Eswed (Reş) a li gundê Gewndekê Tayib ê li bakurê Çilaxa ye. Kanî navê xwe ji kevirên reş ên li dora wê girtiye.

Şêniyên gund û bi peydabûna avê re, careke din dest bi çandina darên fêkî li dora kaniyê kir.

Şêniyê bi navê Celal Hec Îbrahîm got ew hewl didin daran biparêzin û şînkahiyê zêde bikin.

Îbrahîm bang her kesî kir ku haj ji daran hebin û hawîrdoreke bedew û tendurist peyda bikin. Her wiha bi bîr xist ku plan dikin sûdê ji avê bigirin û projeyên wekî çewlika masiyan bi rêbaza kooperatîfê çêkin, ji bo ku şêniyên gund feydeyê jê bibînin.

(şx)

ANHA